Metîn Mehdîzade li Şinoyê hate girtin

03 June 2024 12:26

Hengaw; Duşemî 3ê Hezîrana 2024an

Metîn Mehdîzade yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 2ê Hezîrana 2024an, hêzên îdareya Îtilaata Şinoyê êrîş kirine ser mala Metîn Mehdîzade (Zaniyar) li gundê "Zime" û navbirî binçav kirine.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiyê han bi tohmeta "çalakiyên olî" girtine. Navbirî kurê mamoste Mihemed Emîn Mehdîzade ji kesayetiyên olî yê deverê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji qeder û cihê ragirtina vî welatiyê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin