Birîndarbûna welatiyekî Kurd bi teqeya hêzên leşkerî

03 June 2024 13:37

Hengaw; Duşemî 3ê Hezîrana 2024an

Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê Mihemed Elî Şîro bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî li deverên sînorî hate birîndarkirin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 2ê Hezîrana 2024an, Mihemed Elî Şîro yê temen 43 salî û xelkê gundê Zime yê girêdayî bajarê Şinoyê bi teqeya hêzên leşkerî hate birindarkirin.

Mihemed Elî Şîro ku bavê sê zarokan e û li dema komkirina pincarê Biharê li deverên sînorî yên Şinoyê bi gulleyan ji aliyê hêzên leşkerî ve hatiye birindarkirin.

Navbirî ji aliyê pê û singê xwe ve bi dijwarî birîndar bûye û ji bo navendek dermanî ya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin