Tikab; Mamoste Seyîd Ehmed Ehmediyan ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

03 June 2024 16:01

Hengaw; Duşemî 3ê Hezîrana 2024an

Mamoste Seyîd Ehmed Ehmediyan yê çalakvanê olî yê Kurd û pêşnimêjê yek ji gundên Tikabê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di van rojên dawî de, Seyîd Ehmed Ehmediyan yê çalakvanê olî yê xelkê Selasa Bawecanî û pêşnimêjê gundê Ehmedava yê ser bi bajarê Tikabê li ser rêya Text Silêman a vî bajarî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, piştî rojekê ji binçavkirina vî welatiyê, nêzî 15 trombêlên hêzên îdareya Îtilaatê êrîş kirine ser mala navbirî û piştî vekolîna mala wî dest danîne ser kelûpelên navbirî û gef li malbata navbirî xwarine ku di yekem derfet de ji gund derkevin. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê olî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin