Gritina Adil Hacî Xelanî li bajarê Serdeştê

04 June 2024 11:26

Hengaw; Sêşemî 4ê Hezîrana 2024an

Adil Hacî Xelanî, welatiyê Kurd û xelkê devera Rebetê ya girêdayî bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 2ê Hezîrana 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê êrîş kirine ser mala Adil Hacî Xelanî li gundê "Sîser" ê girêdayî bajarê Serdeştê û bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî navbirî binçav kirin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaatê di dema girtina vî welatiyê Kurd de der û pencereyên mala navbirî şikandine û ew der bi tevahî vekolîn kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji qeder û cihê ragirtina vî welatiyê li ber dest nîne. Lipeyketinên malbata navbirî jî li derheq agehdarbûn ji çarenivîsa wî, heya niha bê encam maye.


Di vî warî de zêde bixwînin