Serdeşt; Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin

01 July 2024 18:59

Hengaw; Duşemî 1ê Tîrmeha 2024an

Kolberekî ciwan ê Kurd ê bi navê Îbrahîm Îbrahîmî yê xelkê bajarê Serdeştê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi giranî hate birîndarkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 30ê Hezîrana 2024an, Îbrahîm Îbrahîmî, kolberê temen 27 salî yê xelkê gundê "Paşberdê" û rûniştiyê Nelasê yê ser bi bajarê Serdeştê, bi teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin. 

Ev kolberê han li ser sînorê "Kanî Zer" ê girêdayî bajarê Serdeştê ji aliyê lingê xwe ve bi dijwarî hatiye birîndarkirin û bi sedema kûrahiya birînên xwe, ji bo dermankirinê bo navendên dermanî yên vî bajarî hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin