Sebzewar; Sizayê girtîgeha Murteza Keywanlû yê welatiyê Kurd wek xwe hate pesendkirin

09 July 2024 12:08

Hengaw; Sêşemî 9ê Tîrmeha 2024an

Sizayê 7 meh û 15 roj girtîgeha Murteza Keywanlû yê welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Coxtay yê girêdayî parêzgeha Xurasana Rezewî di Dadgeha Pêdaçûnê de wek xwe hate pesendkirin.

Pêka rapra ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê heyamê de, Murteza Keywanlû ê welatiyê Kurd ê temen 41 salî û bavê du zarokan ji aliyê Taya 35 a Dadgeha Pêdaçûn a li parêzgeha Xurasana Rezewî bi 7 meh û 15 rojan girtîgehê hate sizadan.

Murteza Keywanlû 19ê Hezîranê, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sebzewarê bi serokatiya Mihemed Xulamî bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê bi 7 meh û 15 roj girtîgehê hatibû sizadan.

Ev welatiyê hanê beriya niha ji ber du dosyayên dinê bi 6 meh girtîgeha ragirtî û herwisa valakirina sizayê nexdî hatibû sizadan.

Navbirî roja Yekşemî 18ê Şibata 2024an, ji aliyê hêzên Îtilaata bajarê Sebzewarê ve hatibû girtin û mehek piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin