Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha Şîrazê bi rê ve çû

09 July 2024 16:48

Hengaw; Sêşemî 9ê Tîrmeha 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Hersîn ê bi navê Mucteba Keremî ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Şîrazê bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 7ê Tîrmeha 2024an, girtiyekî Kurd ê bi navê Mucteba Keremî yê temen 28 salî û xelkê bajarê Hersîn ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Şîrazê (girîgeha Adilava) hate îdamkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Mucteba Keremî 4 sal beriya niha hatibû girtin û bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin