Şino; Çendîn kolber ji ber êrîşa Spaha Pasdaran bo ser mala kolberan hatine kuştin û birîndarkirin

09 July 2024 18:12

Hengaw; Sêşemî 9ê Tîrmeha 2024an

Li êrîşa hêzên Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê bo ser komek kolberên Kurd li bajarê Şinoyê, kolberek bi navê Ramîn Şikak hate kuştin û çendîn kolberên dinê jî bi giranî hatine birîndarkirin. Herwisa bi berxwedaniya kolberan û tundbûna şerê fîzîkî, du hêzên Spaha Pasdaran jî hatine birîndarkirin. Spaha Pasdaran bi çeka “RPG” mala kolberan kiriye armanc.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 9ê Tîrmeha 2024an, Ramîn Şikak ê xelkê bajarê Selamsê li derdora gundê “Tajander” ê ser bi Şinoyê li meşa êrîşa Spha Pasdaran li ser mala kolberî ya wan bi bikaranîna çeka RPG hate kuştin û çend kolberên dinê jî hatine birîndarkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, piştî kuştin û birîndarbûna çendîn kolberan, kolberên bi wan re digel hêzên Spaha Pasdaran pevçûne ku di vê pevçûnê de du hêzên Spahê hatine birîndarkirin. Mala kolberî ya van kolberan di êrîşa Spaha Pasdaran de bi tevahî hatiye herifîn.

Vê çavkaniyê daye zanîn ku, kolberekî birîndarbûyî piştî pevçûneke şeş demjimêrî, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatiye girtin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Ji aliyek dinê ve, hespên barhilgir ên kolberan bi gullereşandina Spaha Pasdaran hatine kuştin û çend hesp jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku, welatiyên Kurd li bajarên Selmas, Urmiye û bajarên dinê ji bo kolberîkirin li bajarê Şinoyê li gundên derdora sînorên vî bajarî hin xanî kirê girtine û ji bo bêhnvedanê bikar tînin.

 

Nûkirina herî dawî

Li gor zanyariyên ku gihîştine destê Hengawê, Spaha Pasdaran bi hênceta hebûna hêzên PJAKê li vî gundî, êrîşî ser mala kolberî ya van kolberan kirine.


Di vî warî de zêde bixwînin