Emced Bextiyarî ji mamosteyên Dêwulanê bi girtîgeh û lêdana qamçiyan hate sizadan

15 July 2024 15:35

Hengaw; Yekşemî 14ê Tîrmeha 2024an

Emced Bextiyarî ji mamosteyên îdareya Perwerde û Hînkarî ya Dêwulanê ku di tevgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgeh û lêdana 74 derbên qamşiyan hate sizadan û ew di bin zextên zêde yên îdareya Îtilaatê de ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Emced Bextiyarî ji ber beşdarîkirin di şoreşa Jin Jiyan Azadî de, bi tohmetên sepandî yên wek “têkdana aramî û asayişa giştî û propagendekirin di berjewendiya dijberên hikûmetê de”, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Duya Dêwulanê ve bi 12 meh girtîgeh û lêdana 74 derbên qamçiyan hatiye sizadan û ev sizaye bo heyama du salan hatiye ragirtin.

Emced Bextiyarî yê 50 salî û xelkê bajarê Dêwulanê berê jî, bi sedema wê ku serdena malbatên cangoriyên tevgera Jin Jiyan Azadî kiribû, ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatibû gazîkirin û rastî gefan hatibû.

Herwisa navbirî ji aliyê heyeta pêragîştin bi gendeliyên îdareya parêzgeha Sinê ve jî, bi tohmetên wek “beşdarîkirin di xwenîşandan de û bêrêzîkirin bi Xamineyî” bi qutkirina rêzbendiya mamosteya rû bi rû bibû.

Hêjayî gotinê ye ku, navbirî sibêdeha roja Duşemî 3ê Cotmeha 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin. Navbirî di destpêka meha Mijdara heman salê de bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin