Pîranşar; Umîd Ehmedî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

10 July 2024 21:51

Hengaw; Yekşemî 10ê Tîrmeha 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Umîd Ehmedî yê xelkê bajarê Pîranşarê, piştî gazîkirin bo dadgeha vî bajarî, ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 9ê Tîrmeha 2024an, Umîd Ehmedî yê xelkê Pîranşarê piştî gazîkirin bo dadgeha vî bajarî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, malbata Umîd Ehmedî agehdar bûye ku kurê wan piştî binçavkirinê ji aliyê saziyên ewlehî yên bajarê Pîranşarê ve, di heman rojê de bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, ti zanyariyeke serast li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin