Serdeşt; Girtina du welatiyên Kurd ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê

12 July 2024 16:35

Hengaw; Înê 12ê Tîrmeha 2024an

Du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Serdeştê yên bi navên Şaho Hesenzade û Mubîn Îbrahîmpûr ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 9ê Tîrmeha 2024an, Şaho Hesenzade û Mubîn Îbrahîmpûr yên xelkê gundê Golê yê girêdayî bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatine girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, girtina van du welatiyên Kurd ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê ya sala 2024an bûye.

Her du welatiyên hanê piştî girtinê ji bo girtîgehek Îtilaata bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Hevdem çend welatiyên din yên xelkê bajarê Serdeştê di rojên borî de ji aliyê Îtilaata vî bajarî ve hatine gazîkirin û rastî lêpirsînê hatine.


Di vî warî de zêde bixwînin