Mehabad; Binçavkirina dubare ya Mihemedriza Qeyteranî ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî

12 July 2024 20:50

Hengaw; Înê 12ê Tîrmeha 2024an

Mihemedriza Qeyteranî yê xelkê bajarê Mehabadê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de çend mehan hatibû binçavkirin, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 4ê sibêdeha roja Pêncşemî 11ê Tîrmeha 2024an, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran bi êrîşkirin bo ser mala Mihemedriza Qeyteranî yê ciwanê 22 salî û xelkê Mehabadê, bi şêweyekî tundûtîjî binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên serast derbarê sedemên girtin, tohmetên li dijî wî hatinî sepandin û cihê ragirtina vî ciwanî ber dest nînin û lipeyketinên malbata wî di vê derbarê de bê encam mane.

Hêjayî gotinê ye ku Mihemedriza Qeyteranî roja Înê 23ê Îlona 2022an, li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî li meydana Îstiqlal a bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî sê mehan bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin