Pîranşar; Du welatiyên Kurd ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatine girtin

14 July 2024 13:13

Hengaw; Yekşemî 14ê Tîrmeha 2024an

Osman Dilsoz ê temen 66 salî û birazayê wî yê bi navê Hejar Dilsoz (Ebdulkerîm) ên xelkê bajarê Pîranşarê ku di vê dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve her yek ji wan bi 2 sal girtîgehê hatibûn sizadan, ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 13ê Tîrmeha 2024an, her yek ji Osman Dilsoz ê temen 66 salî û Hejar Dilsoz ê temen 30 salî, piştî gazîkirin bo beşa Birêveberiya Sizayan a bajarê Pîranşarê hatine girtin û ji bo birêvebirina sizayê 2 sal girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatine veguhastin. 

Osman Dilsoz û Hejar Dilsoz digel Akam Xizirnijad li meha Gulana îsal, di dosyeyeke hevbeş de ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Pîranşarê ve bi tohmeta "endamtî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de" her yek ji wan bi 2 sal girtîgehê hatibûne sizadan.

Her yek ji Osman Dilsoz, Hejar Dilsoz û Akam Xizirzade roja Sêşemî 5ê Tîrmeha 2022an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibûne girtin û piştî du mehan bi danîna barimteyên giran û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin