Sine; Elî Ellahweysî, girtiyê siyasî yê berê hate girtin

15 July 2024 13:14

Hengaw; Duşemî 15ê Tîrmeha 2024an 

Elî Ellahweysî, çalakvanê sivîl yê Kurd û girtiyê siyasî yê berê û xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 14 Tîrmeha 2024an, Elî Ellahweysî, girtiyê siyasî yê berê û çalakvanê sivîl yê xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, cihê ragirtin û herwiha tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, li ber dest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku Elî Ellahweysî di salên borî de çend caran ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û di girtîgehê de mabû û piştî qedandina sizayê xwe hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin