Sînorê Newsûdê; Birîndarbûna du kolberan bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî

16 July 2024 09:48

Hengaw; Sêşemî 16ê Tîrmeha 2024an

Du kolberên ciwan ên bi navên Ehmed Mewlayî yê xelkê Selasa Bawecanî û Mihemed Derî yê xelkê Merîwanê li du cihên cuda bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine birîndarkirin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 15ê Tîrmeha 2024an, Ehmed Mewlayî yê xelkê gundê Piştkir yê girêdayî Selasa Bawecanî li encama gullereşandina hêzên leşkerî li ser sînorê Newsûdê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Navbirî piştî birîndarbûnê ji bo nexweşxaneya Pawê hatiye veguhastin û hatiye dermankirin.

Ji aliyek dinê ve, roja Yekşemî 14ê 2024an, hêzên sînorî li keleha Nodşeyê trombêla kolberan dane ber guleyan û di encamê de kolberek bi navê Mihemed Derî ji aliyê navtenga xwe ve hatiye birindarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin