Serdeşt; Çar kolber bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hatine kuştin û birîndarkirin

16 July 2024 12:42

Hengaw; Sêşemî 16ê Tîrmeha 2024an

Li encama gullereşandina hêzên Spaha Pasdaran bo ser komek kolberan li bilindahiya çiyayê Qendîlê, kolberekî Kurd ê bi navê Kiyan Zeynî yê temen 19 salî di cih de canê xwe ji dest da û herî kêm sê kolberên din jî hatine birîndarkirin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkê yên roja Sêşemî 16ê Tîrmeha 2024an, hêzên Spaha Pasdaran li bilindahiya çiyayê Qendîlê ji mewdaya nêzîk ve komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de kolberekî 19 salî yê xelkê bajarê Serdeştê yê bi navê Kiyan Zeynî hate kuştin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, du birayên kolber jî yên bi navên Keywan Qadirî û Peyman Qadirî digel kolberekî din ê bi navê "Diyar" bi dijwarî hatine birîndarkirin û bo navendên dermanî hatine veguhastin. 

Ew kolberane xelkê gundê "Reşehermê" yê ser bi bajarê Serdeştê ne.


Di vî warî de zêde bixwînin