Jinkujî li Eywanê; Kuştina jinekê ji aliyê xwezgîniyê wê ve

18 July 2024 22:04

Hengaw; Pêncşemî 18ê Tîrmeha 2024an

Jineke ciwan a xelka bajarê Eywanê yê ser bi parêzgeha Îlamê ya bi navê Mariya Şîrmihemedî piştî redkirina daxwaza hevjîniyê ji aliyê xwezgîniyê xwe ve hate kuştin. 


Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 16ê Tîrmeha 2024an, Mariya Şîrmihemedî xelka bajarê Eywanê û rûniştiya Bender Ebasê ji aliyê xwezgîniyê xwe ve bi çeka demançe hate kuştin.

Li gor gotina çavkaniyên agehdar, tawanbar piştî wê ku bersiva nerênî ji bo hevjîniyê wergitiye çend caran gefa kuştinê ji qurbanî kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku, tawanbar piştî kuştina Mariya Şîrmihemedî hewla xwekujiyê daye û dawî bi jiyana xwe aniye.


Di vî warî de zêde bixwînin