Tikab; Esed Kake ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî careke din hate girtin

18 July 2024 22:16


Hengaw; Pêncşemî 18ê Tîrmeha 2024an

Esed Kake, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Tikabê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de bo heyama sê mehan hatibû binçavkirin, careke din ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 16ê Tîrmeha 2024an, Esed Kake, welatiyê Kurd ê 30 salî û xelkê bajarê Tikabê li yek ji şeqamên vî bajarî ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtijî hate girtin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, Esed Kake roja Çarşemî bi ser û rûyeke birîndar û îşkencekirî bo dadgeha Tikabê hate veguhastin û piştî çend demjimêran bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û qedera Esed Kake li ber dest nîne.

Hêjayê baskirinê ye ku, Esed Kake ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de li jêr çavdêriyê de bûye, roja Înê 3ê Adara 2023an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî sê mehan lêpirsîn di girtîgehên Urmiye û Tikabê de, bi danîna barimteya 3 milyar Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin