Sine; Jineke ciwan ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

19 July 2024 17:04

Hengaw; Înê 19ê Tîrmeha 2024an

Jineke ciwan a xelka bajarê Sinê ya bi navê Ayda Heyderiyan, ji aliyê hevjînê xwe ve bi çeka sar hate kuştin. Sedema kuştina navbirî ji aliyê hevjînê wê ve, ku bi xwe jî hewla xwekuştinê daye û bi ser neketiye, heta niha nerohn e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 16ê Tîrmeha 2024an, Ayda Heyderiyan a temen 31 salî û xelka bajarê Sinê bi destê mêrê xwe yê bi navê Aram Zari`î hate kuştin.

Tawanbar ku berê pêşîneya tundûtîjî reftarkirin û lêdana hevjîna xwe hebû, Aydaya jina xwe di mala xwe ya hevpar de bi lêdana çendîn derbên kêrê kuştiye.

Hêjayî gotinê ye ku, Ayda Heyderiyan, fermanbera dermanxaneya Heyva Sor a bajarê Sinê bû û di heyama çend salên borî de çendîn caran ji aliyê bikuj ve rastî gefxwarinan hatibû û bi xirabî pê re reftar dihate kirin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Aram Zari`î piştî kuştina hevjîna xwe bi kêrê hewla xwekujiyê daye û piştî çareseriya pizîşkî di nexweşxaneyê de hatiye girtin û bo girtîgehê hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin