Şino; Hewla xwekuştina Îsa Îbrahîmzade yê gitiyê siyasî yê Kurd

21 July 2024 14:13

Hengaw; Yekşemî 20ê Tîrmeha 2024an

Îsa Îbrahîmzade, çalakvanê kedkarî yê Kurd û xelkê Şinoyê, piştî dijayetiya berpirsên girtîgeha Nexedê û Îtilaatê ji bo dirêjkirina mirexesiya vî girtiyê hanê, hewla xwekuştinê da û rewşa vî gelek xirab e. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Înê 19ê Tîrmeha 2024an, Îsa Îbrahîmzade ê çalakvanên kedkarî yê Kurd û xelkê gundê Deşmes yê girêdayî Şinoyê ji ber dirêjnekirina mirexesiya wî, bi rêya xwerina jehrê ve hewla xwekuştinê da.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, Îsa Îbrahîmzade piştî hewla xwekuştinê ji bo navendên dermanî yên Urmiyê hatiye veguhastin û rewşa navbirî cihê dilgiraniyê ye.

Îsa Îbrahîmzade piştî demeke dirêj daxwezkirin, di dawiyê de bi erêkirina berpirsên girtîgehê ji bo karê werzêriyê ku tenê rêya dabînkirina debara jîyana malbata wî ye, ji girtîgehê bo mirexesiyê hatibû şandin

Ev grtiyê siyasî yê Kurd li navîna Zivistana par hatibû girtin û ji bo girtîgeha Şinoyê hatibû veguhastin. Navbirî piştî du rojan bi rêya pêwendiyeke kurt ve gotibû ku ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha Nexedê hatiye veguhastin.

Navbirî beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Şinoyê ve bi tohmeta endametî li girûpên dijbe ên hikûmetê bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan, lê li gor yasaya serhevkirina sizayan, sizayê 4 sal girtîgehê bi rê ve diçe.

Hêjayî gotinê ye ku, Îsa Îbrahîmzade roja 21ê Kanûna 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û pişî 22 roj girtîgehê, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin