Sê welatiyên Kurd li bajarê Şinoyê hatine girtin

03 July 2024 13:57

Hengaw; Çarşemî 3ê Tîrmeha 2024an

Sê welatiyên Kurd û xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên Mihemed Resûlpûr, Îdrîs Karsaz û Kemla Uqabî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkê yên roja Çarşemî 3ê Tîrmeha 2024an, hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê êrîş kirine ser mala sê welatiyên Kurd ên bi navên Mihemed Resûlpûr, Îdrîs Karsaz û Kemla Uqabî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane ew binçav kirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Îdrîs Karsaz li bajarê Şinoyê, Mihemed Resûlpûr li gundê "Koneqela" û Kemal Uqabî jî li gubdê "Balagîr" û di malên xwe de hatine girtin û piştre bo cihekî nexuya hatine veguhastin. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van welatiyan hatinî sepandin, û qedera wan li ber dest nîne û egera zêdebûna hejmara van girtiyan heya.


Di vî warî de zêde bixwînin