Rêbwar Reşîdî, kasibkarê Kurd ê xelkê Banê ku du hefte berî niha bibû armanca gulleyên hêzên hikûmetê jiyana xwe ji dest da

22 July 2024 17:54

Hengaw; Duşemî 22ê Tîrmeha 2024an

Rêbwar Reşîdî, kasibkarê xelkê Banê ku bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê "Hengejale" bi dijwarî hatibû birîndarkirin, piştî du hefteyan li nexweşxaneya Kewser a bajarê Sinê jiyana xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 21ê Tîrmeha 2024an, Rêbwar Reşîdî yê temen 37 salî û xelkê Banê û bavê 2 zarokan, piştî 2 hefte razandin li nexweşxaneya Kewser a Sinê, ji ber birînên xwe canê xwe ji dest da.

Hêjayî behskirinê ye ku Rêbwar Reşîdî, piştî gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin û lingekî wî hatibû jêkirin. Herwiha ji ber ku gulle ber pişika vî kasibkarî ketibû rastî îltihabeke zêde bibû.

Ev kasibkarê Kurd roja Yekşemî 7ê Tîrmeha 2024an, di dema gullereşandina hêzên leşkerî de li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê, bi giranî hatibû birîndarkirin û bo navendên dermanî yên bajarê Sinê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin