Kirmaşan; Sizayê darvekirina Daniyal Kazimînijad bi dizî ve hate cîbicîkirin

22 July 2024 18:36

Hengaw; Duşemî 22ê Tîrmeha 2024an

Sizayê darvekirna Daniyal Kazimînijad, girtiyê li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê bi bê agehdarkirina malbata wî, bi nihênî bi rê ve çû. Navbirî beriya niha bi tohmeta kuştina endamekî Spaha Pasdaran ê bi navê Secad Emirî hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 21ê Tîrmeha 2024an, Sizayê darvekirina Daniyal Kazimînijad, girtiyê temen 30 salî yê xelkê bajarê Şabadê bi dizî ve û bi bê agehdarkirina malbata wî û bi bê mafê dawî hevdîtinê bi malbata xwe re li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hate cîbicîkirin.

Daniyal Kazimînijad di Tîrmeha 2023an de, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Xoyê hatibû girtin û piştre bo girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hatibû veguhastin. Navbirî piştî midehekê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Kirmaşanê ve bi tohmeta kuştina Secad Emîrî ji endamê Spaha Pasdaran bi îdamê hatibû sizdan.

Secad Emirî endamê Spaha Pasdaran ku çûbû Sûriyê jî, di 11ê Hezîrana 2022an de, li Kirmaşanê hatibû kuştin. Navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê di wê demê de, Secad Emirî wekî "şehîdê parastina ewlehiyê" bi nav kiribûn ku li gorî gotina wan di erkekî ewlehî de hatiye kuştin.

Hêjayî behskirinê ye ku, Daniyal Kazimînijad ê xelkê gundê "Lor" ê ser bi bajarê Şebadê bû ku sala borî hêzên Spahê êrîş kiribûne ser vî gundî û şer û pevçûn derketibû û di wê demê de Hengawê ji gazîkirin û binçavkirina nêzîk ji 160 welatiyên vî gundî ragihandibû.

Nûçeya bidarvekirina vî girtiyê heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin