Hejmara darvekiriyên li girtîgeha Dîzilavaya Kirmaşanê giha bi du kesan

22 July 2024 21:26

Hengaw; Duşemî 22ê Tîrmeha 2024an

Girtiyekî din ê Kurd û xelkê Serpêla Zehawê yê bi navê Xelîl Cemalî, roja borî li girtîgeha Dîzilavaya Kirmaşanê hate darvekirin û bi vê hesabê hejamra darvekiriyan giha bi du kesan. Hengawê roja borî nûçeya darvekirina Daniyal Kazimînijad weşandibû. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 21ê Tîrmeha 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Cemal Xelîlî yê xelkê Serpêla Zehawê ku berê bi tohmeta kuştina bi zanebûn bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hate cîbicîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Cemal Xelîlî du sal beriya niha bi tohmete kuştina bi zanebûn ya kurê xalê xwe hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya bidarvekirina vî girtiyê heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Hengawê roja borî nûçeya darvekirina Daniya Kazimînijad, welatiyê Kurd ê xelkê Şabadê li pêwendî li gel kuştina bi zanebûn ya pasdarekê yê bi navê Secad Emîrî li girtîgeha Dîzilavayê belav kiribû.


Di vî warî de zêde bixwînin