Nexede; Ramîn Zile ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

23 July 2024 15:28


Hengaw; Sêşemî 23ê Tîrmeha 2024an

Ramîn Zile, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 22ê Tîrmeha 2024an, Ramîn Zile, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarî ve hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, welatiyê hanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Nexedê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî tundûtijî hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, cihê ragirtin û herwiha tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin