Girtîgeha Bîrcend; Darvekirina herî kêm 7 girtî ku sê ji wan jin in

24 July 2024 17:06

Hengaw; Çarşemî 24ê Tîrmeha 2024an

Sizayê darvekirina herî kêm 7 girtî ku 3 ji van jin in û beriya niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizdan, di girtîgeha navendî ya Bîrcendê de bi rê ve cû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 23ê Tîrmehê, sizayê darvekirina herî kêm 7 girtiyan di girtîgeha Bîrcendê de bi rê ve cû ku nasnameya du ji wan bi navên Wehîd Wehdanî, welatiyê Kurd û temen 33 salî û xelkê bajarê Bocnurdê û Emîr Hemze Berahûyîmuceredî yê xelkê bajarê Zabolê û rûniştiyê Fezlavaya parêzgeha Gulistanê hatiye piştrastkirin.

Li gorî nûçeya malpera "Halweş"ê, hevdem sizayê sê jin û du zilamên dinê jî ku hatiye cîbicîkirin ku nasnameya wan tê lêkolînkirin. 

Hêjayî gotinê ye ku her 7 girtiyên hanê berê bi tohmetên madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van 7 girtiyan di medyayên hikûmetî û bi taybet medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin