Sizayê darvekirinê bi ser Pexşan Ezîzî, girtiya siyasî ya Kurd de hate sepandin

24 July 2024 17:18

Hengaw; Çarşemî 24ê Tîrmeha 2024an

Pexşan Ezîzî, rojnamevan, hevkara civakî û girtiya siyasî ya Kurd li girtîgeha Êvînê ku di vê dawiyê de ji mafê pêwendiya telefonî û hevdîtin bi malbata xwe re hatibû bêparkirin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Pexşan Ezîzî, girtiya siyasî ya Kurd a xelka bajarê Mehabadê ji aliyê Taya 26 a Dadegah Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer Îman Efşarî bi tohmeta “bexî” ji rêya “endametî li wan girûpên ku dijî hikûmeta Îslamî şoreşa çekdarane kirine û rêberê wan baxî ye” bi sizayê darvekirinê û bi tohmeta endametî li “PJAK”ê bi sizayê 4 sal girtîgehê hatiye sizadan. Kombûna pêregihîştin bi dosyeya wê welatiyê di rojên 24ê Gulan û 16ê Hezîrana 2024an de bi rê ve çûye û roja Sêşemî 23ê Tîrmehê biryara dadgehê bi parêzerê wê re hatiye ragihandin.

Sepandina sizayê darvekirinê bi ser Pexşan Ezîzî de di halekê de ye ku navbirî di heyama çend mehên destpêka girtina xwe de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbata xwe re hatibû bêparkirin û dadgehîkirina dosyeya wê di piroseyeke nerohn û nedadperwerane de bi rê ve çûye.

Hengawê di vê dawiyê de nameyeke Pexşanê belav kiribû ku di wir de îşare bi wê yekê kiribû ku çendîn caran hatiye îşkencekirin û darvekirin. Herwisa navbirî heyama du hefteyan ne ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbata xwe re hatiye bêparkirin

Hêjayî gotinê ye ku, Pexşan Ezîzî 16ê Mijdara 2009an, di kombûna nerazîbûnê ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê de, li dijî darvekirina girtiyên siyasî li Kurdistanê hatibû girtin û di dawiyê de, roja 19ê Adara heman salê, piştî 4 mehan ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî hatibû azadkirin.

Pexşan Ezîzî piştre ji ber zext û gefên berdewam ên saziyên ewlehî yên Îranê ji welatê Îranê çûbû derê û ji bilî lêkolîna li ser rewşa jinan li Kurdistana Iraqê û Kurdistana Sûriyê, ji bo baştirkirina vê rewşê, hin hewl di warê hevkariya civakî de encam dabûn.


Di vî warî de zêde bixwînin