Kolberek li ser sînorê Merîwanê hate birîndarkirin

24 July 2024 19:43

Hengaw; Çarşemî 24ê Tîrmeha 2024an

Kolberekî ciwan ê xelkê Merîwanê yê bi navê Yasîn Rastxane di dema kolberiyê de li yek ji xalên sînorî yên vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi giranî hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 23ê Tîrmeha 2024an, Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên cihgir li ser sînorê "Duplure" komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de kolberekî Kurd ê bi navê Yasîn Rastxane yê temen 22 salî û xelkê gundê "Duplure" bi dijwarî hate birîndarkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, Yasîn Rastxane ji aliyê lingê xwe ve birîndar bûye û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneya Bûelî ya bajarê Merîwanê hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin