Urmiye; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Emîn Cehangîrî

24 July 2024 21:21

Hengaw; Çarşemî 24ê Tîrmeha 2024an

Emîn Cehangîrî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê, du hefte beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê hetibû girtin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin. Girtina bi awayekî tundûtîjî ya vî welatiyê Kurd bûye sedema nigeraniya tendirustî ya wî welatiyê di girtîgehê de.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 4ê sibêdeha roja Çarşemî 10ê Tîrmeha 2024an, Emîn Cehangîrî yê 31 salî û xelkê gundê “Kele Serdar” yê ser bi bexşa Naziya Urmiyê, bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ji roja girtina Emîn Cehangîrî ve heya niha, ti zanyariyek ji rewşa wî li ber destê malbat û kesûkarên wî nîne.

Li gorî çavkaniya Hengawê, hêzên ewlehî bi şikandina derî û pencireyan  û ketina nav mala Emîn Cehangîrî, ev welatî ji qata duyê re avêtine xwarê ku bûye sedema birîndarbûna wî.

Herwisa dayîk û xwîşka vî ciwanê girtî jî, piştî berxwedaniya li hember hêzên ewlehiyê rastî lêdan û bêhurmetiyê hatin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin, tohmetên li dijî wî hatinî sepandin û herwsa cihê ragirtina vî welatiyê Kurd ti zanyariyek ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin