Şino; Karwan Şahî Perwane ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî careke din bi tohmeta "muharibê" hate dadgehîkirin

03 July 2024 18:24

Hengaw; Çarşemî 3ê Tîrmeha 2024an

Karwan Şahî Perwane (Hêmin Şahî Perwane), ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî, careke din ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "muharibe" hate dadgehîkirin. Navbirî ku salek û 10 meh e di girtîgehê de ye, berê ji vê tohmetê bêtawan derçûbû. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 2ê Tîrmeha 2024an, Karwan Şahî Perwane, girtiyê siyasî yê Kurd ê temen 25 salî li girtîgeha Şinoyê, ji aliyê her yek ji Necefzade, Şahînî û Xulamî dadwerên Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi bê amadebûna navbirî bi tohmeta "muharibe" hate dadgehîkirin. 

Dubare sepandina tohmeta "muharibe" bi ser vî girtiyê siaysî de, di halekê de ye ku navbirî beriya niha ji vê tohmetê bêtwan derçûbû û di vê dawiyê de bi zext û givaşên îdareya Îtilaatê careke din dosyaya wî hatiye vekirin.

Karwan Şahî Perwane roja Pêncşemî 22ê Adara 2023an, piştî derbaskirina 18 mehan ji binçavkirinê bo heyama 5 rojan bo mirexesiyê (azadiya demkî) hatibû şandin.

Hêjayî baskirinê ye ku, ev girtiyê siyasî bi nîşaneya nerazîbûnê derheq nexuyabûna çarenivîs û birêveneçûna dosyeya wî, ji 7ê Gulana 2024an ve ji bo midehekê, li girtîgeha navendî ya Şinoyê dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

Karwan Şahî Perwane, êvareya roja Duşemî 24ê Cotmeha 2022an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hatibû girtin. Navbirî di heyama girtina xwe de rastî îşkenceyên fîzîkî û derûnî hatibû.

Navbirî digel 6 girtiyên din ên Şinoyê, bi "muharibe" hatibû tohmetbarkirin û piştî 18 mehan, di dawî kombûna Dadgeha Taya Sê ya Dadgeha Şoreş a Urmiyê de ji tohmeta "muharibe" bêtawan derçûn. Hengaw beriya niha ragihandibû ku ev girtiyên hanê çendîn caran rastî îşkenceyên derûnî (îdamkirina nimayişî) hatine.


Di vî warî de zêde bixwînin