Sine; Girtina Umîd Mihemedî, çalakvanê jîngehparêzî ji aliyê hêzên ewlehî ve

26 July 2024 18:15

Hengaw; Înê 26ê Tîrmeha 2024an

Çalakvanê jîngehparêzî yê bi navê Umîd Mihemedî yê xelkê bajarê Sine ji  aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 24ê 2024an, Umîd Mihemedî, çalakvanê jîngehparêzî yê temen 30 salî û xelkê gundê Nigil yê girêdayî bajarê Sine hate girtin.

Li gorî çavkaniyên Hengawê, ev çalakvanê Kurd li cîhê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, cihê ragirtin û herwiha tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin