Sewlava; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa du welatiyên Kurd

26 July 2024 18:24

Hengaw; Înê 26ê Tîrmeha 2024an

Du ciwanên Kurd ên bi navên Nezîr Edak û Husên Edak piştî ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin, bo cihekî nediyar hatine veguhastin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 21ê Tîrmeha 2024an, Nezîr Edak û Husên Edak yên xelkê gundê “Jîwar” ê ser bi Sewlavayê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev du welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine û piştî girtinê bo cihekî nexuya veguhastine. 

Lipeyketinên malbatên van du kesan piştî derbasbûna 6 roj ji binçavkirina wan ji bo agehdarbûn ji çarenivîsa wan, heya niha bê encam maye û ti zanyariyeke serast ji qeder, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin