Kuştina 2 kolber û birîndarbûna 4 kolberên dinê li ser sînorê Newûsd û Merîwanê

27 July 2024 11:51

Hengaw; Şemî 27ê Tîrmeha 2024an

Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Sewlava yê bi navê Nazim Seferî di dema kolberiyê de li sînorê Newsûdê û kolberekî dinê jî yê xelkê Giyelanê yê bi navê Îhsan Newrozî di dema kolberiyê de li ser sînorê Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine kuştin. 4 kolberên dinê jî, ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine girtin û rastî lêdan û kutanê hatin û birîndar bûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 27ê Tîrmeha 2024an, hêzên leşkerî yên cihgir li gundê “Dizawer” yê ser sînorê Newsûdê hejmarek kolber dane ber gulleyan û di encamê de Nazim Seferî yê 26 salî û xelkê gundê “Nuwîn” ê ser bi bajarê Sewlavayê hate kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, du gulleyên kilaşînkofê li singê vî kolberî ketine.

Ji aliyek dinê ve, roja Duşemî 22ê Tîrmehê, li ser sînorê Merîwanê kolberekî Kurd ê bi navê Îhsan Newrozî yê 25 salî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin. Ew kolberê ciwan xelkê bajarê Giyelanê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê bûye ku roja Înê 26ê Tîrmehê termê navbirî di nav girseya wî de bi axê hate spartin.

Demjimêr 4ê sibêdeha roja borî jî, çar kolberên Kurd ên xelkê gundê “Dişe” ê ser bi bajarê Pawê yên bi navên Mihemed, Bêhrûz, Diliyar û Hîsam di dema kolberiyê de li ser sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û rastî lêdan û kutanê hatin. Ew kolberane bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin