Girtîgeha Urmiyê; Sepandina tohmeta "bexî" bi ser sê çalavkanên olî de

28 July 2024 23:39


Hengaw; Yêkşemî 28ê Tîrmeha 2024an

Sê çalakvanên olî yên Kurd û xelkê bajarê Bokanê yên bi navên Silêman Edhemî, Husên Xusrewî û Hîwa Nûrî ku Zivistana borî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, tohmeta "bexî" bi ser wan de hate sepandin û egera sepandina sizayên giran, wek darvekirinê gelek zêde ye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de sê çalakvanên olî yên Kurd û xelkê bajarê Bokanê yên bi navên Silêman Edhemî, Husên Xusrewî û Hîwa Nûrî ku Zivistana borî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û niha di girtîgeha Urmiyê de ne ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve tohmetên wek "bexî", endametî di girûpên wek Ensar El-sunne û propagendekirin li dijî hikûmetê hatine sepandin.

Bi sepandina tohmeta bexî, jiyana van sê girtiyên Kurd di bin metirsiyê de ye û li gor vê tohmetê egera sizayê darvekirinê an sizayên wek birîna destê rastê û pêyê çepê heye.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, ev sê çalakvanên olî li heyama sê mehên ku di girtîgeha Îtilaatê ya Urmiyê de bûne, di bin îşkenceyên dijwar de îtirafa bi zorê li dijî xwe dane û ji hemû mafên xwe yên sereke hatine bêparkirin. 

Ev sê çalakvanên navbirî roja Duşemî 29ê Çileya 2024an, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li bajarê Bokanê bi awayekî hovane hatine girtin û ji bo girtîgeha vê saziya ewlehî ya bajarê Urmiyê hatine veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin