Jinkujî; Kuştina jinekê bi sedema parastina namûsê li Selmasê

28 July 2024 23:47

Hengaw; Yekşemî 28ê Tîrmeha 2024an

Jineke Kurd a bi navê Canê Pîrnijad ji aliyê bavê xwe ve li Selmasê, bi hênceta “parastina şeref û namûsê” hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 27ê Tîrmeha 2024an, Canê Pîrnijad a temen 25 salî û dayîka du zarokan li gundê Kozereşê yê girêdayî bajarê Selmasê, ji aliyê bavê xwe ve bi rêya fetisandin di bin avê de hate kuştin.

Li gorî gotina çavkaniyên Hengawê, kujerê hanê piştî belavbûna vîdyoyek ji canê ku li gel kurapê xwe di mala xwe de bûye, bi hêceta “parastina şeref û namûsê” keça xwe kuştiye. Ew vîdyoye di destê Hengawê de ye.

Hêjayî gotinê ye ku, hevjînê Canê kedkar e û di dema kuşta navbirî de, li li mala xwe nebûye.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji navîna meha Adara îsal ve heya niha, herî kêm 69 jin li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê kesên nêzîk û endamên malbatên xwe ve hatine kuştin ku 12 ji wan bi hênceta “parastina namûsê” hatine kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin