Girtin û nexuyabûna çarenivîsa welatiyekî temen 60 salî li Bîcarê

31 July 2024 12:18

Hengaw; Çarşemî 31ê Tîrmeha 2024an


Welatiyekî temen 60 salî yê bi navê Ekber Necefiyan li bajarê Bîcarê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, hefteya borî welatiyekî Kurd ê temen 60 salî yê bi navê Ekber Necefiyan li bajarê Bîcarê di mala malbatî ya xwe de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin. 

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî Ekber Necefiyan hatinî sepandin û qedera navbirî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin