Şino; Zêdebûna hejmara girtiyan bo 5 kesan

04 July 2024 12:12

Hengaw; Pêncşemî 4ê Tîrmeha 2024an

Bi binçavkirina du welatiyên din ên Kurd ên bi navên Selîm Zulqerneyn û Sabir Zulqerneyn ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, hejmara kesên ku li bajarê Şinoyê hatine binçavkirin giha bi pênc kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên roja Çarşemî 3ê Tîrmeha 2024an, Selîm Zulqerneyn û Sabir Zulqerneyn yên xelkê gundê "Hesen Nûran" ê ser bi bajarê Şinoyê li êrîşa hêzên ewlehî bo ser malên van bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane hatine binçavkirin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Hengaw beriya niha di raporekê de binçavkirina sê welatiyên din ên bi navên Îdrîs Karsaz, Mihemed Resûlpûr û Kemal Uqabî li bajarê Şinoyê belav kiribû.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van welatiyan hatinî sepandin, û qedera wan li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin