Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî piştî gazîkirin bo dadgehê hate girtin

05 July 2024 23:49

Hengaw; Înê 5ê Tîrmeha 2024an

Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî û Endamê Heyeta Birêveberiya Encumena Çandî_Civakî ya "Nûjîn"ê, piştî gazîkirin bo dadgeha Sinê ji bo birêvebirina sizayê 8 meh girtîgehê hate girtin û ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin, navbirî vê dawiyê hatibû berdan. 
  
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 3ê Tîrmeha 2024an, Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî û xelkê Kamêranê û Endamê Heyeta Birêveberiya Encumena Çandî_Civakî ya "Nûjîn"ê piştî gazîkirin ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi mebesta têkelkirina herdu sizayên xwe hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê 8 meh girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Di meha Kanûna îsal de, Seywan Îbrahîmî, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Keremî bi tohmeta "pêkanîna deste û girûp bi mebesta têkdana ewlehiyê" bi deh sal girtîgehê û bi tohmeta "propagende li dijî hikûmetê" bi selek girtîgehê û bi giştî bi 11 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Roja Yekşemî 23ê Hezîrana 2024an, sizayê navbirî yê 10 sal girtîgehê li Dadgeha Pêdeçûnê hate hilweşandin û sizayê navbirî yê yek sal girtîgehê jî bo 8 meh hate kêmkirin.

Seywan Îbrahîmî, di meha Tebaxa sala borî de jî, di dosyeyeke dinê de, ji aliyê Taya 106 a Dadgeha Sizayan a Sinê ve bi tohmeta "têkdana aramî û asayişa giştî" bi salek girtîgeh, dûrxistin û 40 derbên qamçiyan hatibû sizadan. Roja 2ê Kanûna îsal, sizayê girtîgeh û qamçiyên navbirî di Dadgeha Pêdeçûnê de hate pesendkirin û sizayê dûrxistana wî bo girtîgeha "Dîzilava" ya Kirmaşanê hate hilweşandin.

Ev endamê desteya rêveberiya Encumena Çandî û Civakî ya Nûjînê, roja Çarşemî 18ê Çileya 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin. Navbirî di dawiyê de, roja Duşemî 13ê Şibata îsal, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Sinê hatibû berdan.

Beriya niha jî, Seywan Îbrahîmî, roja 3ê Çileya 2023an, dema ku ji bo lipeyketina dosyeya hevjîna xwe, Zara Mihemedî serdana Dadgeha Şoreş a Sinê kiribû, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja 5ê Çileyê, bi danîna barimteyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin