Dîwandere; Girtina Kuroş Şerîfpûr ji aliyê hêzên ewlehî ve

06 July 2024 11:03

Hengaw; Înê 5ê Tîrmeha 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Kuroş Şerîfpûr yê xelkê bajarê Dîwanderê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û  bo cîhekî nediyar hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 4ê Tîrmeha 2024an, Kuroş Şerîfpûr yê xelkê bajarê Dîwanderê yê temen 45 salî ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, navbirî li cihê karê xwe (sertiraşxaneyê) ji aliyê du kes ku bi trombêleke cura Pêjoyê hatibûn, hatiye girtin. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, û qedera vî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin