Aliyê kêm 7 kolber li ser sînorê Newsûdê hatine kuştin û birîndarkirin

08 July 2024 22:59

Hengaw; Duşemî 8ê Tîrmeha 2024an

Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Selasa Bawecanî yê bi navê Eyûb Mihemedî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê yên cihgir li ser sînorê Neswûdê hate kuştin û herî kêm 6 kolberên dinê jî hatine birîndarkirin. 

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 8ê Tîrmeha 2024an, hêzên sînorî yên cihgir li ser sînorê "Newsûd"ê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, hejmarek kolber dane ber gulleyan û di encamê de herî kêm 7 kolber hatine birîndarkirin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, yek ji kolberên birîndar ê bi navê Eyûb Mihemedî yê xelkê Selasa Bawecanî piştî veguhastina bo nexweşxaneya "Quds" a bajarê Pawê ji ber birînên xwe canê xwe ji dest daye. 

Herwiha 6 kolberên din ên bi navên Mesîh Muradî, Eyûb Muradî, Mehdî Beşaretî, Mêhran Ebdî, Peyman Weysî û Semî`i Zari`î ku hemû xelkê gundê "Zîran" ê ser bi Ciwanroyê ne, hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin