Bokan; Girtina Soran Kerîmî ji aliyê hêzên ewlehî ve

01 August 2024 12:36

Hengaw; Pêncşemî 1ê Tebaxa 2024an

Soram Kerîmî ji çalakvanê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê hete girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 30ê Tîrmeha 2024an, Soram Kerîmî, çalakvanê bajarê Bokanê û temen 41 salî, bi awayekî tundûtîjî û bi bê hebûna ti belegeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzîkî malbata Kerîmî, Soran Kerîmî yê bavê du zarokan bi awayekî hovane ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtine û bo cihekî nexuya veguhastine. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin, tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin û herwisa cihê ragirtina navbirî ti zanyariyek ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin