Rapora Hengawê derheq darvekirina herî kêm 20 girtiyan di girtîgeha Qizilhesarê de

08 August 2024 12:37

Hengaw; Pêncşemî 8ê Tebaxa 2024an

Sizayê darvekirina herî kêm 20 girtî ku 12 ji wan Kurd, Belûç û Efxanî ku Hengawê roja borî derhq darvekirina van huşdarî dabû, di girtîgeha navendî ya Qizilhesarê de bi rê ve çû. Heya niha nasnameya 11 girtiyan ji aliyê Hengawê ve hatiye zanîn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 7ê Tebaxa 2024an, sizayê darvekirina herî kêm 20 girtiyan ku beriya niha bi tohmetên madên hişber, kuştina bi zanebûn û destdirêjiya bi zorê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan di girtîgeha Qizilhesarê de bi rê ve çû.

Heya niha nasnameya 11 girtiyên bi navên Şehab Melikî yê xelkê Hersînê, Mêhrdad Qenberbeygî, Mihemed Nezerî û Îsmayîl Şerefî yê xelkê Kirmaşanê, Şehriyar Firûten ê temen 38 salî yê xelkê Kirmaşanê û rûniştiyê Tehranê, Resûl Heyderî û Umid Ferhîxtê yê temen 42 salî û herdu xelkê Tehranê, Firûd Girawend yê temen 50 salî û Mihemed Xulamî yê xelkê Koyeştê, Ebdula Şehnewazî yê temen 45 salî û xelkê Zahidanê, Xelîl Nehtanî yê 35 salî û xelkê Zahidanê û rûniştiyê bajarê Tehranê ji aliyê Hengawê ve hatine zanîn ku di nav wan de Şehriyar Firûten û Umîd Ferhîxtê bi tohmeta kuştina bi zanabûn û 9 girtiyên dinê jî bi tohmetên madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.


Herwiha hevdem 4 girtiyên Efxanî hatine îdamkirin ku 3 kes ji wan bi tohmeta destdirêjiya bi zorê hatibûne girtin û yek jî bi tohmeta kuştina bi zanabûn sizayê darvekirinê lê hatibû birîn û nasnameya wan girtiyane di bin lêkolînê de ye.

Zanyariyên zêde derheq nasname û tohmeta 6 girtiyên din li gel 3 kesên ku me nasnameyên wan li jorîn diyarî kiriye û beriya niha li girtîgeha Recayîşarê bo girtîgeha Qizilhesarê  hatibûne veguhastin, li ber dest nîne.

Girtiyên hanê çend rojên borî ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeyên takekesî hatibûne veguhastin û roja borî Hengawê derheq darvekirina wan huşdarî dabû.


Di vî warî de zêde bixwînin