Sinorên Banê; Kolberek ji aliyên hêzên leşkerî ve hate birîndarkirin

09 August 2024 21:12

Hengaw; Înê 9ê Tebaxa 2024an

Kolberekî Kurd ê bi navê Rizgar Xelekanî yê xelkê bajarê Serdeştê di dema kolberiyê de li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî bi giranî hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Tebaxa 2024an, Rizgar Xelekanî yê xelkê bajarê Serdeştê di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê "Hengejalê" ê ser bi Banê li dijî komek kolberan, bi giranî hate birîndarkirin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, Rizgar Xelekanî ku xîzadar û bavê zarokekê ye, piştî birîndarbûnê bo navendên dermanî hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin