Sine; Saman Mîrzayî ji çalakvanê jîngehparêzî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

10 August 2024 08:30

Hengaw; Şemî 10ê Tebaxa 2024an

Saman Mîrzayî, welatiyê Kurd û ji çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê gundê Serhuye yê ser bi navçeya Kelaterzana Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 5ê sibêdeha roja Pêncşemî 8ê Tebaxa 2024an, Saman Mîrzayî yê 35 salî di mala xwe de li gundê "Serhuye" yê ser bi bajarê Sinê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar û nêzîk malbata Saman Mîrzayî, ev çalakvanê jîngehparêzî piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve ku bi 5 trombêlên tijî ji hêz mala wan dorpêç kiribûn hatibû girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û malbata wî ti zanyariyek derheq rewşa navbirî nîne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin