Pîranşar; Umîd Ehmedreş hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhestin

Umîd Ehmedreş, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, ji bo birêvebirina sizayê 15 meh girt

14 January 2024 12:10

 

Hengaw; Yekşemî 14ê Çileya 2024an

Umîd Ehmedreş, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, ji bo birêvebirina sizayê 15 meh girtîgehê hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 13ê Çileya 2024an, Umîd Ehmedreş, xelkê gundê "Lekbin" yê ser bi bajarê Pîranşarê, piştî gazîkirin bo Taya Birêvebirina Sizayan a vî bajarî ji bo birêvebirina sizayê 15 meh girtîgehê hate girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhestin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê hanê vê dawiyê ji aliyê Taya Yekê ya Dadgeha Şoreş a Mihabadê ve bi tohmeta "hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re", bi 15 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku Umîd Ehmedreş, 16ê Tîrmeha 2023an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî çend rojan, bi danîna barimteya çar milyard Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin