Şino; Ebdulkerîm Kakûl hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhastin

Ebdulkerîm Kakûl yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê ji bo birêvebirina sizayê salek girtîgehê ku

24 February 2024 10:02

 

Hengaw; Şemî 24ê Şibata 2024an

Ebdulkerîm Kakûl yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê ji bo birêvebirina sizayê salek girtîgehê ku bi ser de hatiye sepandin hate binçavkirin û ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 22ê Şibata 2024an, Ebdulkerîm Kakûl yê xelkê gundê "Hesennûr" yê ser bi bajarê Şinoyê piştî gazîkirin bo Taya Birêvebirina Sizayan û Dadgeha Şoreşa a Şinoyê hate girtin û ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhatin.

Ebdulkerîm Kakûl, beriya niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi tohmeta "hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re" bi salek girtîgehê hatibû sizadane.

Navbirî roja Yekşemî 9ê Tîrmeha 2023an di mala xwa de ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve bi awayekî hovane hatibû binçavkirin û piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Şinoyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin