Bokan; Hesen Merdanî û Luqman Pîşiyar ji bo cîbicîkirina sizayên girtîgehê hatine girtin

Hesen Merdanî û Luqman Pîşiyar, welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Bokanê ku

05 February 2024 14:06

 

Hengaw; Duşemî 5ê Şibata 2024an

Hesen Merdanî û Luqman Pîşiyar, welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Bokanê ku her yek bi sê sal girtîgehê hatibûne sizadan ji bo birêvebirina sizayên girtîgehê hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 30ê Çileya 2024an Hesen Merdanî yê temen 65 salî û xelkê Bokanê û Luqman Pîşiyar yê 58 salî û xelkê bajarê Bokanê, piştî gazîkirin bo Taya Birêvebirina Sizayan a vî bajarî hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya Bokanê hatine veguhetin.

Hesen Merdanî û Luqman Pîşiyar beriya niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Bokanê ve bi tohmeta "endametî û hevkarîkirin digel Hizba Demokrat a Kurdistana Iranê"  her yek bi sê sal girtîgehê hatibûne sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku, Luqma Pîşiyar û Hesen Merdanî roja Pêncşemî 10ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hatibûne girtin û di dawiyê de roja Yekşemî 8ê Cotmehê, bi danîna barimteya yek milyar Tumenî, bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Bokanê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin