Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Azad Rehîmî

15 September 2024 16:54

Hengaw; Yekşemî 15ê Îlona 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Azad Rehîmî yê xelkê bajarê Sinê, 48 roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û heya niha ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Azad Heyderî, temen 32 salî û xelkê bajarê Sinê, nêzî meh û nîvek berî niha ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li ser rêya Merîwan bo Sinê hatibû girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve destpêkê ji bo Îtilaata Spahê hatibû veguhastin û piştî derbasbûna du hefteyan bo girtîgeha navendî ya Merîwanê hatibû veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd derheq agedrabûn ji çarenivîsa wî heta niha bê encam maye û saziyên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dana her cure bersiveke rohn dûr girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin