Pîranşar; Sina Deşmîr hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhestin
Sîna Deşmîr yê xelkê bajarê Pîranşarê, ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û bi 6 sal û 3 meh girtî
Hengaw; Duşemî 22ê Çileya 2024an
Sîna Deşmîr yê xelkê bajarê Pîranşarê, ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û bi 6 sal û 3 meh girtîgehê hatibû sizadan ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate binçavkirin û ji bo girtîgehê hate veguhestin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 21ê Çileya 2024an, Sîna Deşmîr, xelkê gundê "Gizgisk" yê ser bi bajarê Pîranşarê, piştî gazîkirin ji bo Taya Birêvebirina Sizayan a vî bajarî hate girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhestin.
Sîna Deşmîr beriya niha ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi serokatiya dadwer Emîr Osaqlû, bi tohmeta "endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê", bi 40 meh girtîgehê û bi tohmetên wekî "hewldan li dijî ewlehiya netewî û nivîsandina dirûşman" bi 35 meh girtîgehê hatibû sizadan ku li gor yasaya serhevkirina sizayan 40 meh girtîgeh dê bête cîbicîkirin.
Hêjayî gotinê ye ku, Sîna Deşmîr li ser dosyayek din, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferiya Du a Pîranşehrê ve bi serokatiya dadwer “Riza Qehrmanlû” bi tohmeta “beşdarîkirin di kombûnên têkdana asayişa giştî de” bi 3 meh girtîgehê û bi 40 derbeyên qamçiyan û dana 50 milyon pare hatibû sizadan.
Sîna Deşmîr roja Çarşemî 18ê Çileya 2023an, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û roja Înê 14ê Şibata 2023an bi danîna barimteya 4 milyar Tumenî heta dawî qonaxên dadgehê ji girîgehê hatibû berdan.