Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê; Di sala 2023an de 8 mamosteyên zimanê Kurdî hatine girtin û sizayê girtîgehê û lêdana qamçiyan bi ser 5 mamosteyên dinê de hatiye sepandin

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyam

21 February 2024 19:46


Hengaw; Çarşemî 21ê Şibata 2024an

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama sala 2023an de, zext û givaşên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser saziyên medenî û mamostayên xwebexş ên zimanê Kurdî li bajarên cuda cuda yên Kurdistanê zêde bûye û bi awayekî ku 8 kes ji mamostayên zimanê Kurdî ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin û 5 mamostayên zimanê Kurdî jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 36 sal girtîgeh û 80 derbên qamçiyan hatine sizadan.

Mafê zimanê dayîkê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovî ye, nemaze di welatek zêde netewî û zêde zimanî de. Armanca vî mafê ew e ku çawa mifahwergirtina kêmîneyên zimanî di şert û mercên civakekê de ku tê de yek ziman tine be û ev mafe tê afirandin ku kêmîneyên zimanî li şûna bikaranîna zimanê piraniyê, bikarin ji zimanê dayîkiya xwe nemaze di perwerdeyê de sûd werbigrin. 

Zimanê Kurdî hevdem digel kêmîneyên din ên zimanî, her ji destpêka avakirina netewe-dewletê ve û çemka nû ya dewletê di Îranê de, berdewam bûye qurbaniya rejîma yekgirtî ya zimanî û înkarkirinê. Ev siyasete bi hinceta cudaxwaziyê di serdema deshilatdariya Komara Îslamî de tundtir bûye ku dezgehên ewlehî digel serdestbûn bi ser tevahiya pilan û siyasetên perwerdeyî, çandî û dadwerî de, ti carî rê nedane mafê zimanê dayîkê û aliyê kêm pêka madeya 15 a tomarkirî di yasaya bineretî a Komara Îslamî de jî, ew mafane bo kêmîneyan bi rewa nezanîne û berçav negirtine û heta ew çalakiyane jî ku bi şêweyên xwebexşane di warê fêrkariya zimanê Kurdî de bi welatiyan re çalakî hatine kirin, bi vekirina dosyeyên ewlehî li dijî wan, ew hatine girtin û cezayên giran bi ser wan de hatine sepandin.

Înkarkirina sîstematîk a zimanê Kurdî li Komara Îslamî de hertim bi tirsandin, çêkirina senariyo û sizayên giran ên dadwerî re rû bi rû bûye. Bi awayekî ku di heyama sala borî de çendîn çalakvan û mamostayên zimanê Kurdî ji aliyê saziyên ewlehî ve bi awayekî xweserane hatine girtin û ji hemû mafên welatîbûnê hatine bêparkirin û piştre rastî sizayên giran ên girtîgehê ji aliyê Dadgehên Şoreşê ve hatine.

Saziya Mafê Mirovî ya Hangawê tevî berevanîkirin ji mafê zimanê dayîkê û pîrozbahiya 21ê Şibatê, roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê li hemû çalakvanên qada zimanê dayîkê, siyaseta yekzimanî û sehkirina bi çavê ewlehî bi zimanê Kurdî û zimanên din li Îranê şermezar dike û daxwaza pêragihîştin bi tohmetên çalakvanên hatinî girtin li gorî pîvanên standard li rûniştinên dadperwerane li dadgeheke vekirî dike.
 

Navên mamosteyên zimanê Kurdî ku di sala 2023an de hatine girtin;

Di vê lîsteyê de Seywan Îbrahîmî carekê hatiye girtin û carekê jî, ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê bo girtîgehê hatiye veguhestin.

1_ Seywan Îbrahîmî yê xelkê Kamêranê li 3ê Çileya 2023an li bajarê Sinê hate girtin.

2_ Soma Pûrmihemdî ya xelka bajarê Sinê li 18ê Çileya 2023an ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

3_ Sirwe Pûrmihemdî ya xelka bajarê Sinê li 29ê Çileya 2023an hate girtin.

4_ Umîd Moşîrpenahî yê xelkê bajarê Sinê li 23ê Şibata 2023an li bajarê Sinê hate girtin.

5_ Ehmed Xulamî yê xelkê bajarê Banê li 1ê Gulana 2023an ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

6_ Azad Ebasî yê xelkê Dêwulanê li 9ê Îlona 2023an ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin.

7_ Azad Emînî yê xelkê bajarê Seqizê li 15ê Îlona 2023an ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

8_ Mujgan Kavûsî ya xelka Kelardeştê li 18ê Kanûna 2023an ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin.

9_ Seywan Îbrahîmî yê xelkê Kamêranê li 30ê Kanûna 2023an ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin.

 

Navên mamosteyên zimanê Kurdî ku bi girtîgehê hatine sizadan;

Di vê lîsteyê de her yek ji Îdrîs Mînberî û Seywan Îbrahîmî di du doseyên cuda de û di du dadgehên cuda de bi girtîgehê hatine sizadan.
1- Seywan Îbrahîmî yê xelkê Kamêranê, ji aliyê Taya 106 a Dadgeha Keyferî ya Sinê ve bi salek girtîgeh û 40 derbên qamçiyan hate sizadan.

2- Waran Mihemednijad ya xelka Sinê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Sinê ve bi salek girtîgeha ragirtî hate sizadan.

3- Îdrîs Mînbarî yê xelkê bajarê Sinê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi 10 sal girtîgeh hate sizadan.

4- Sirwe Pûrmihamedî ya xelka bajarê Sinê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi 10 sal girtîgeh hate sizadan.

5- Seywan Îbrahîmî yê xelkê Kamêranê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi 10 sal girtîgeh hate sizadan.

6- Îdrîs Mînbarî yê xelkê Sinê ji aliyê Taya 106 a Dadgeha Keyferî ya Sinê ve bi salek girtîgehê û 40 derbên qamçiyan hate sizadan.

7- Azad Emînî yê xelkê Seqizê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi 3 sal girtîgehê hate sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin